Siyasetmedar û endamê KNK'ê Mela Hesen Nuzhedzade koça dawî kir

Siyasetmedar û endamê KNK'ê Mela Hesen Nuzhedzade di 90 saliya xwe de li Siwêdê koça dawî kir. KNK'ê peyama sersaxiyê belav kir û got ku Mela Hesen Nuzhedzade heyanî dawiya jiyana xwe jî di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Siyasetmedar û endamê KNK'ê Hesen Nuzhedzade li Siwêdê di 90 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da.

 

Ji bo Mela Hesen Nuzhedzade ji aliyê malbatê ve roja înê li navnîşana Narvagen 90 Västeråsayê wê sersaxî bê kirin.

 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyamek belav kir.

 

Di peyamê de ji malbatê re sersaxî hat xwestin û behsa rola wî ya di têkoşîna azadiya Kurdistanê de hat kirin.

 

KNK'ê di peyama xwe de bal kişand li ser jiyana Nuzhedzade û wiha hat gotin:

 

"Xebera xembar û dilsoj a wefata endamê damezrîner ê KNK'ê birêz Mela Hesen Nuzhedzade, gihişte me û em bi vê yêkê gelekî xemgîn in.

 

Birêz Mela Hesen Nuzhedzade, wekî melayekî welatparêz û zanayeke edebiyata Kurdî li devera Urmiyê dihat naskirin.

 

Birêz Mela Hesen Nuzhedzade, di sala 1979'an de, di Şoreşa Îranê de wekî welatparêzekî Kurd cihê xwe girt û tevlî şoreşê bû.

 

Piştî şoreşê jî li gel Mamoste Şêx Ezedîn Huseynî di nava şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de cihê xwe girt û bû berpirsyarekî naskirî."

 

Mela Hesen Nuzhedzade, di sala 1935'an de, li bajarê Rewanduzê yê Başûrê Kurdistanê di nava malbateke Kurdperwer de hat dinê.

 

Malbat bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Kalikê Mela Hesen Nuzhedzade Sileyman Beg tevlî serhildana Şêx Ubeydullah dibe û têkoşîna azadiyê dimeşîne.

 

Mela Hesen Nuzhedzade, di temenê cîwantiyê de dest bi têkoşînê dike, di nava gelek partî û tevgerên Kurdistanê de cih digire.

 

Lê piştî sala 1988'an û şûn ve, ji ber zextan neçar dibe ku derbasî welatê Swêdê bibe.

 

Mela Hesen Nuzhedzade, li vir jî nasekine û her têkoşîna xwe berdewam dike.

 

Di sala 1999'an de, dibe yek ji damezrînerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û têkoşîna xwe li wir didomîne.

 

Mela Hesen Nuzhedzade, heyanî dawiya jiyana xwe jî di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye