Noqvanên ku li Gulistan Doku digeriyan hatin girtin

Du noqvanên ku di xebatên lêgerîna Gulistan Doku de cih girtibûn, bi sûcê "guhertina delîlan" hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lêpirsîna li ser windabûna Gulistan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'an a li Dêrsimê de pêşveçûneke nû çêbû.

Her du noqvanên ku di xebatên lêgerînê de cih girtibûn û îddîa kiribûn ku "reçete û notek" di binê avê de dîtine, bi îdiaya "guhertina delîlan" hatin girtin.

Raporên pisporan eşkere kirin ku kaxizên hatibûn dîtin bi tu rengî di binê avê de namînin û ev rewş wekî hewldana siberkirina lêgerînê û mijûlkirina malbatê hate nirxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye