SÛDANÎ Û TALEBANÎ JI BO PIRSGIRÊKA MÛÇEYAN CIVIYAN

Li Bexdayê Serokweziriyê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî ji bo çareserkirina gelek mijaran û di nav de mijara mûçeyan civiyan.

reset font size increase font size

Ofîsa Ragihandinê ya Serokweziriyê ya Iraqê ragihand doh Mihemed Şiya Sûdanî  Serokê YNKê Bafil Talebanî ji bo çareserkirina mûçeyên karmendan, pirsgirêka neftê  û gelek rojêv din civiyan.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku di civînê de aliyan teqez kiriye ku divê pirsgirêk li gorî Destûra Bingehîn û yasayê û li gorî biryara Dadgeha Federal bê çareser kirin.

Herî dawî Dadgeha Federal a Iraqê 14ê Tîrmeha 2025an de biryar da ku mûçeyên karmendên Başûrê Kurdistanê were şandin jî lê dîsa jî ev biryar pêk nehat.

Çendîn caran şandeyên Başûr û Bexda ji bo çareseriyê civiyan ev pirsgirêk çareser nebû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24