Îşkence li kalemêrekî temen mezin hat kirin

Li Efrînê hin kesan îşkence li kalemêrekî temen mezin kirin û birîndar kirin, malbata kelemêr banga lêpirsîn û hesab xwestinê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku kesê bi navê Ebû Mehmûd û 4 xizmên xwe yên ji malbata El Mengawî, îşkence li kesekî Kurd ji gundê Hîkçê yê navçeya Cindirisê Arif Hesen Dilo yê 70`ê salî kirin. 

Li gorî çavkaniyan, lêdan ji ber nakokiyeke beriya sala 2015‘an di navbera gundiyan de çêbibû ku ti girêdana Arif jê tinebû.

Her wiha dane zanîn ku êrîşkaran bi giranî li rûyê Arif xistin û wî birîndar kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê êrîş rawestandin û êrîşkar tevî Arif birin qereqola Cindirêsê ji bo  lêpirsîn were kirin.

Li gorî çavkaniyan, malbata El Mengawî pişt bûyerê gotinên xirab li Kurdan û sembolên wan kirin û gefên kuştinê dane.

Malbata Arif banga lezgîn li hemû aliyên ewlehiyê kirin ku destwerdanê bikin û hesab pirsînê ji êrîşkaran bixwazin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye