Li bajarê Bokanê di navbera 24 seatên dawî de di encama sê qezayên cuda yên tirafîkê de du ajokar, xwendekarek 16 salî û mêrekî 60 salî jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha şeva borî li ser rêya Bane û Seqizê jî pênc kes ji ber qezayeke trafîkê mirin.
Hat ragihandin ku ev qeza di encama lihevketina wesayîtek û barhilgirekê de çêbûye.
Li gorî amaran di nava 4 mehan de li Urmiyeyê nêzî 241 kes di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 942 kes jî birîndar bûne.
Her wiha di nava salekê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî herî kêm 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.