Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê şaredariya bajêr û Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) 1`emîn Mîhrîcana Govendê tê lidarxistin.
Jinan ji bo vê şahiyê bangî dikandar û xelkê Cizîrê kirin.
Serdana dikandaran di demeke kurt de bi tevlîbûna gelek kesan ve veguherî meşeke bi coş.
Bi kêfxweşî jinan bi dahol û zirneyan li Kuçeya Orhan Dogan govend gerandin.
Bi dirûşmeya `Em bernadin vê govendê` meş berdewam bû.
Di encamê de Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnç bang li jinên Cizîrê kir ku îro bi rengê xwe tevlî mîhrîcanê bibin.
Mîhrîcana ku dê du rojan berdewam bike îro di saet 14:00'an bi temaşekirina panela li ser girîngiya govendê re destpê bike û êvarê jî di govendên 7 herêman de werê pêşandan.