Derbarê rewşa siyasî a Sûriyeyê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê kantona Tebqayê Mistefa El Nasir ji ajansa ANHA´yê re axivî.
Mistefa El Nasir diyar kir ku gavên Hikûmeta Veguhêz yên qutkirina rêyan, derbasnekirina maddeyên jiyanî ya ji Siweydayê re û dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi armanca li ser gelê Sûriyeyê zextê ava bike, bi kar tîne.
Hevserokê PYD’ê yê kantona Tebqayê Mistefa El Nasir eşkere kir ku divê danûstandina navxweyî ya di navbera aliyên Sûrî de dûrî zextên derve pêk were.
“Dewletên derve berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tînin”
Her wiha El Nasir got ku destwerdan û zextên derve sedema sereke ya têkçûyîna danûstandina di navbera aliyên Sûrî de ye, dewletên derve hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin.
Mistefa El Nasir anî ziman ku çareseriya rast divê di nava gelê Sûriyê de be, bi taybet ji bo avakirina Sûriyeyê hemû gelê xwe himbêz dike û diyar kir ku ev pêkan e.
Di dawiyê de, El Nasir got: "Aloziya li Sûriyê, gelê Sûriyê pir westandiye, ji bo wê niha jî gelê Sûriyê li benda aştî, aramî, ji nû ve avakirinê û jiyana aştiyane ya di nava hemû gelê Sûriyeyê de ye."