Piştî gava bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27ê sibatê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo rêveçûna pêvajoyê amadekariya komîsyonan tê kirin.
Di derbarê vê mijarê de parlementerê DEM Partî yê Êlihê Mihmet Ruştu Tiryakî ji ANF re axivî.
Mihmet Ruştu Tiryakî diyar kir bi qasî ku çek bên bêdengkirin, di vê siyseta demokratîk jî bi ser bikeve, lê heta niha gav dereng têne avêtin, loma kemasiyên heyî dikeve aliyê hikûmetê de.
Parlementerê DEM partî da zanîn ku komisiyon li ber avakirinê ye û ev nirxandin kir:
“Her çiqasî li ser xebata komisyonê pêşnûme hene jî, çarçove û peywira wê hîn zelal nebûye.
Partiyên muxalefetê yên wekî Partiya DEVA, Saadet, Gelecek û CHP a muxalefeta sereke erênî nêzîkî pêvajoyê dibin.
Lê hîn jî pêşnûmeyek fermî û girêdayî tineye."
“Divê ev komîsyon maseyeke rastî û çareseriyê be”
Tiryakî destnîşan kir ku ev komisyon divê ne tenê ji bo rewişê be, lê divê maseyek rastî a çareseriyê be, di heman demê devê dewlet pêşinyarên qanûnî çêbike û daxwazên civakî bigihîne asta sazûmanî.
Her wiha Parlamenterê Êlihê da xuyakirin ku çareseriyeke demokratîk û mayînde ne tenê bi bêdengkirina çekane, lê di heman demê de bi rêzgirtina îradeya hilbijartî ye û wiha berdewan kir:
“Sepanên qeyûman zirarê dide bingeha demokratîk û baweriya bi pêvajoyê re ji holê radike”.
"Gerek ji bo azadiya Abdullah Ocalan gaveke were avêtin"
Parlementerê DEM partî yê Êlihê Mihemet Ruştu Tiryakî anî ziman divê pêvajoya aştiyê ji kêfa desthilata siyasî re neyê hiştin, ji bo pêvajo mayînde û pêbawer be, gereke gaveke ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan were avêtin.
“Rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin"
Di dawî de Mihemet Ruştu bal kişand li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û dibêje:
“Agahiyên ku ji girtîgehan tên fikaran zêde dikin. Girtiyên ku amadekariya greva birçîbûnê dikin hene.
Hin rêveberiyên girtîgehan û dozger hewl didin ku pêvajoyê têk bibin. Ev ne tenê pirsgirêkek ewlehiyê ye; ev pirsgirêkek qanûnî û siyasî ye.
Ger desthilat bixwaze dikare dawî li binpêkirinên girtîgehan bîne. Lê heta niha, îradeyek şênber nîşan nedaye".