Wezîrên Derve yên Tirkiye û Sûriyeyê dê serdana Iraqê bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Sûriyê Es’ed Şeybanî dê rojên pêş de serdaneke fermî li Iraqê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Iraqê amadekarî ji bo civîna sêalî ya di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de tê kirin. Tê pêşbînî kirin ku di civînê de dosyeya ewlehiyê bibe mijara sereke.

Derbarê girîngiya civînê de, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Muxtar Mûsewî eşkere kir, di serdanê de  sê mijarên sereke yên hevbeş bên gotûbêjkirin.

Li gorî berpirsekî Wezareta Derve ya Iraqê li Bexdayê dibêje rojevên sereke yên civîna sêalî parastina sînoran, hemahengiya ewlehî û îstixbarata hevbeş û çend mijarên din bin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24