Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan ji bo 30`ê mehê hate paşxistin

Hevdîtina Serokkomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ya dihat plankirin ku 28’ê Cotmehê were kirin, taloqî 30’ê Cotmehê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku hevdîtin wê li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê pêk were.

Di şandeyê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar cîh digrin.

Hevdîtina 10`ê nîsanê, bi beşdarbûna endamên şandeyê parlamentera Wanê Pervîn Bûldan û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk hatibû.

Onder 3'ê Gulanê jiyana xwe ji dest dabû.

Hevdîtina duyemîn jî 7`ê tîrmehê pêk hatibû, vê carê jî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di şandeyê de cih girtibûn.

Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê de amade bûn.

Di hevdîtina ku nêzî saetekê domand de pêvajoya çareseriyê, şert û mercên peywendiyê ya li Îmraliyê û sernavên muzakereya demokratîk hatibûn nirxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye