Berpirsekî Îranê gefan li welatiyên Îranê dixwe

Serokê Dadweriya Dewleta Îranê Xulam Huseyîn Muhsinî Êjeyî, îro 30'ê nîsanê, behsa Îraniyên li derveyî welêt kir û got ku ew ji bo hemû Îraniyên li derveyî welêt xalîçeya sor ranakin. Wî her wiha gef li Îraniyan xwar û got ku gerek darvekirin û darizandina kesên sûcdar û hevkarên dijmin bi lez were kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dadweriya Dewleta Îranê Xulam Huseyîn Muhsinî Êjeyî got ku "kesên ku bi dijmin re bûn, divê bedela hevaltiya bi wan re bidin, û divê milkên wan werin desteserkirin.

Dewleta Îranê bi berdewamî kesan bi tawanên sîxurtiya bi Îsraîl û Amerîkayê re binçav dike, bi taybetî kesên ku derketibûn xwepêşandanên meha çileyê.

Di axaftina xwe de ya bi dadweriyê re, Xulam Huseyîn Muhsinî Êjeyî wiha axivî:

"Bi qasî ku qanûn destûr dide û ferz dike, milkên hevkarên dijmin ên navxweyî û biyanî têne desteserkirin.

Eger Îraniyên li derveyî welêt bibînin ku welatê wan hatiye binpêkirin û niha dixwazin vegerin malên xwe, divê em pêşwaziya wan bikin.

Bêguman, ev li gorî karê wan e, û em ji bo hemûyan xalîçeya sor ranakin."

'Em ê di darizandin û cezakirina dijmin de xemsar nebin'

Li aliyekî din, Muhsinî Êjeyî got ku pergala dadweriyê bê guman dê di darizandin û cezakirina qanûnî de ya sûcdarê ku destên wî bi xwîna gelê me lekeyî ne, têk neçe û xemsar nebe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Dadweriyê, Muhsinî Êjeyî wiha domand:

"Yek ji van daxwazan, darizandin û cezakirina bilez, rast û dadperwer a leşkerên dijmin ên êrîşkar e."

Amûra siyasî û propagandayê ya dijminê êrîşkar, dibêje ku flan sûcdar divê ji ber kiryarên xwe, neyê cezakirin û neyê darvekirin."

Serokê Dadweriya Îranê zêde kir ku ev pêvajo li saziya di bin desthilata wî de bi hêz berdewam dike.

Wî berdewam kir û got ku ew bala xwe nade gotarên kokbiriyan û dengweşên propagandaya wan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye