Li Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê de 24 kes hatin kuştin

Kuştina xelkên Xezeyê rojane bûye. Di êrîşên artêşa Îsraîlê de yên li ser seranserî bajarê Xezeyê de 24 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyek li Nexweşxaneya Xezeyê ragihand ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li Xezeyê 9 kes alîkarî digirtin hatin kuştin.

Her wiha li nêzî xaçerêya Netzarîm ya li başûrê Xezeyê termê 4 kesên ku dixwastin alîkariyê bigirin hatin dîtin.

Nexweşxaneya Nasêr ya li Xezeyê jî ragihand ku îro ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li nêzî navendên alîkariyê yên li bakurê Refahê 5 kes hatin kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Mawasiyê ya Xan Yunisê de 6 kes hatin kuştin.

Ev yek bi berdewamiya xirabûna krîza birçîbûnê re hevdem e.

 

Li Xezeyê ji ber birçîbûnê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

 

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku ji duh sibehê ve, ji ber birçîbûnê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24