Trump: Hevdîtina witkoff bi Putin re 'gelek berhemdar' bû

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku nûnerê wî Steve Witkoff bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re "hevdîtineke berhemdar" kiriye û tê de li ser hewldanên bidawîkirina şerê li Ûkraynayê nîqaş kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hewildanên Amerîkayê yên bi dawî kirina şerê Rûsya û Ûkraynayê berdewam dike.

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social parve kir ku Gelek pêşketin çêbûye û hin hevalbendên Ewropayê ji civînê agahdar kiriye.

Her wiha Donald Trump bi bîrxist ku her kes rawestandina şer dipejrîne û wiha anî ziman: “Em ê di roj û hefteyên pêş de ji bo vê yekê bixebitin.”

Ji aliyê xwe ve, Kremlînê ragihand ku Putin di hevdîtineke 3 saetan de li Moskovayê, bi giranî li ser pêşketinên di şer û pevçûna Ûkraynayê de gotûbêj kiriye û Putin hevdîtin erênî bi nav kiriye.

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku piştî serdana Witkoff bo Moskovayê, piştî çend demjimêran bi Trump re bi telefonê axiviye.

Zelenskî diyar kir ku rêberên Ewropî jî beşdarî van nîqaşan bûn.

 

Zelenskî: Em hewceyê aştiyeke mayînde ne

 

Zelenskî piştrast kir ku ew ê di parastina serxwebûna welatê xwe de berdewam bikin û got: "Em hewceyê aştiyeke mayînde ne. Divê Rûsya şerê ku dest pê kiriye bi dawî bike.”

Trump ji bo pêşketina ber bi rêkeftina aştiyê li Ûkraynayê roja Înê dem destnîşan kiriye û ger rêkeftin bi ser nekeve, gefên cezayên nû li Moskovayê xwariye.

Piştî ku Amerîka binderyayên nûklerî li nêzîkî Rûsyayê bi cih kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24