Medvedev tekez kir ku Rûsya bi tu kesî re şer naxwaze û bi taybetî jî bi Ewropayê re.
Roja duşemê li ser rûpela xwe ya Telegramê, Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev wiha nivîsî: "Li welatên Ewropayê, nûçeyên li ser şerê bi Rûsyayê re di pênc salên pêş de, tên weşandin û divê ev nebe, ji ber ku ev li dijî berjewendiyên welatên me ye."
Medvedev destnîşan kir ku Aboriya Ewropayê qels e û girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û her wiha çand û nasnameya wê her diçe xirab dibe û got: Ewropa nema dikare li hember Rûsya şer bike.