Li El-Faşerê destdirêjî li 32 jinan hat kirin

Tora Bîjîşkên Sûdanê ragihandin ku li herêma Tewîla a Darforê di hefteyekê de destdirêjiya zayendî li 32 jinên ciwan hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Torê diyar kir ku li bajarê Faşerê jî piştî ku ket bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn ev kiryar hatine kirin.

Tora Bîjîşkên Sûdanê destdirêjiya zayendî ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li dijî jinan bi tundî şermezar kir .

Her wiha bang kir ku divê rêxistinên mirovî û bijîşkî derbasî herêmê bibin û bêyî astengî desteka bijîşkî, dirûnî û qanûnî pêşkêş bikin.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku derdora 18 mehan bajarê Faşerê dorpêç kiribû, di 29’ê Cotmehê de bajar xistibû bin kontrola xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye