Îsraîl ji îhtimala avakirina dewleteke Filistînî aciz e

Îsraîl û Filistîn pêşnîyaza Amerîkayê ya ji bo aştîya Xezeyê nîqaş dikin. Her wiha Îsraîl dixwaze di planê de qala dewleta Filistînê neyê kirin. Alîyê Filistînê jî xetereyên li hember pêşniyazbiryara Amerîkayê ya ji bo avakirina hêzeke navneteweyî hişyarî dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karbidestekî Îsraîlî eşkere kir ku rê ji bo pejirandina pêşniyaza Amerîkî ji bo pêşeroja Xezeyê niha vekirî ye.

Li gorî rojnameya Îsraîlî "Israel Hayom", îhtîmala rakirina hevoka "rêya ber bi dewleteke Filistînî" divê pêşnîyaza amerîkî de cî girtibana.

Her wiha rojnameyê ragihand, biryara ji bo bicîhanîna plana 20 xalî ya Amerîkayê îro were pejirandin.

Avakirina dewleteke Filistînî wekî îhtimal di vê pêşnîyazbiryarê de cî digire.

Di belgeyê de avakirina hêzeke aramiya navneteweyî" ya li Xezeyê cî digire

Hêza qala wê tê kirin wê di kanûna 2027an de bê damezrandin.

 

Hemas li Xezayê modela Ereb-Îslamî daxwaz dike

 

Li aliyekî din jî, Hemas û aliyên din ên Filistînî li ser xetereyên pêşniyazbiryara Amerîkayê ya li ber destên Konseya Ewlekariyê hişyarî dan.

Alîyên Filistînî dîplomasîya li NYyê weîk hewldanek ji bo ferzkirina wesayeta navneteweyî li ser dihesibînin.

Hemas di heman demê de daxwaz dike, modela Erebî-Îslamî ya divê li Xezeyê li ser kar be.

Filistînî hişyarî didin ku alîkariya mirovî di bin kontrola biyanî de, neguherînin amûreke zextê.

Herwiha, Filistînî daxwaza mekanîzmayên çavdêriya navneteweyî dikin da ku Îsraîlê da ku sûcên şer ên Îsraîlê vekolîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye