Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam e û ji duh ve jî, Netanyahu dest bi operasyona dagirkirna tavahiya Xezeyê kiriye, di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Parastina Sivîlan Mehmûd Basal, ji AFP re got ku li Xezeyê di êrîşên asmanî ya ku avahiyên niştecihbûnê hedef girtin de, 13 kes hatine kuştin.
Li Xezeyê ji ber birçîbûnê 9 kes jiyana xwe ji dest dan
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 saetên borî de, 3 jê zarok 9 kes ji ber birçîbûnê mirine.
Ji ber birçîbûnê 127 jê zarok bi giştî hejmara miryan gihîşt 348 kesan.
Îsraîlê dest bi pêkanîna plana bi giştî dagirkirina Xezeyê kir
Ji aliyekî din ve Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu plana xwe ya bi giştî dagirkirina Xezeyê berdewam dike.
Li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlê, 60 hezar leşkerên yedek ên Îsraîlê îro ji bo amadekariya operasyoneke li ser Xezeyê, fermana gazîkirina serbazî wergirtin.
Brîtanya ji bo derxistina zarokên birîndar ji Xezeyê dixebite
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy duh, diyar kir ku welatê wî dixebite ji bo zarokên nexweş û birîndar ji Şerîda Xezeyê derxîne û di nexweşxaneyên taybet ên Brîtanyayê de werin dermankirin.
David Lammy da zanîn ku koma yekem wê di hefteyên pêş de bigihîje Brîtanyayê.