Li dijî şaredariya Bucayê ya CHP'ê operasyon: 62 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiyê Oprosyonên li dijî şaredariyên partiyên muxalîf berdewam dikin. Desthilata Tirkiyê îro jî li dijî şaredariya navçeya Buca ya bajarê Îzmîrê ku di destê CHP'ê de ye, operasyonek pêk anî. Di encama operasyonê de ji bo 62 kesan, biryara binçavkirinê hat dayîn.

reset font size increase font size

Li Tirkiyê desthilat li dijî mûxalefetê operasyonên xwe yên binçavkirin û girtinê berdewam dike.

Îro jî desthilata Tirkiyê operasyoneke nû li dijî  şaredariya CHP'ê ya navçeya Buca ya Îzmîrê pêk anî.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Îzmîrê de ji bo 62 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.

Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Şaredarê Bucayê yê niha Gorkem Duman û Şaredarê berê Erhan Kiliç jî hene.

Li ser vê biryarê, polîsên Tirkiyê serê sibê li dijî navnîşanên kesên ku biryara wan a binçavkirinê heye, operasyoneke hevdem pêk anîn.

Di encama van serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.

Tê payîn ku operasyona li Bucayê, berdewamiya zincîra lêpirsînên li dijî çaredariya CHP'ê ya li Îzmîrê ye.

Di rojên borî de jî operasyoneke bi heman rengî li dijî Şaredariya Guzelbahçeyê hatibû meşandin.

Di wê lêpirsînê de ku ji aliyê Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve dihat birêvebirin, gelek kes hatibûn girtin.

Hin ji wan jî bi şerta kontrola edlî serbest hatibûn berdan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24