Wezareta Parastinê ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî di daxuyaniyekê de, da zanîn ku wan ji bilî dronekê hemû dron desteser kirine.
Wezaretê diyar kir ku sê ji wan dronan santrala nukleerî ya Barakah ku yekem santrala nukleerî ya bazirganiyê li cîhana Erebî ye, hedef girtine.
Desteya Federal a Rêxistina Nukleerî ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî destnîşan kir ku santral ewle maye û di encama êrîşê de ti madeyên radyoaktîf nehatine berdan.
Rayedarên desteyê diyar kirin ku mafê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî heye ku bersiva "êrîşên terorîstî" bide.
Li alîyekî din Berdevkê fermî yê Hikûmeta Îraqê El-Ewadî ragihand ku dronên ji xaka wê derketine ne girêdayî wê ne.
Her wiha Berdevkê tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi ewlehiya dewletên Erebî kir.