Haşim Zêbarî: Vekirina rêyên nû encamên gûhertinên herêmê ne

Barhilgirên Tirkiyê bi rêya Sûriyê derbasî Îraqê bûn, Aborînas Dr. Haşim Zêbarî diyarkir ku ev proje ya Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê ye. Ev yek wê zirareke mezin bide Başûrê Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Barhilgirên Tirkiyê cara yekem e ku bi riya Sûriyê re gihîştin Îraqê.

Bexda vê yekê wekî serkeftineke aborî ji xwe re dibîne û hewl dide ku Deriyê Rebîayê bike alternatîfa deriyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê yên bi Tirkiyê re.

Der barê mijarê de Aborînas DR. Haşim Zêbarî  beşdarî bernameya Nîvro ya televîzyona me bû ev mijar nirxand.

DR. Haşim Zêbarî, diyar kir ku gefên li ser aboriyê yek ji encamên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ye û wiha lê zêde kir.

"Eger em ji aliyê aborî ve temaşe bikin, ev rewşa awarte ji encamên faktorên siyasî, têkçûn û rewşa awarte ya siyasî yek ji encamên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ye.

 Ev gefên aborî li ser kendavên Erebî û Hurmizê bandorê li ser welatên xwedan petrol dike, yek ji wan jî Îraqe."

Aborînas Dr. Haşim Zêbarî: Ev projeya Sûriye, Tirkiye û Îraqê ye

Aborînas DR. Haşim Zêbarî  got ku vî şerî hişt ku aliyê Îraqê û Şamê bi hev re bicivin û têkiliyên xwe yên Aborî pêk bînin û ev tişt anîn zimn:

"Hewil didin têkiliyên bazirganiyê xurt bikin, Yek ji wan tiştan ew e ku reyek bo hinardekirina petrola Îraqê bibînin.

Çi bi rêya Urdun an jî Sûriyê be û heta bi Tirkiyê re jî  berdewam e. Rehendên siyasî rola xwe lîstiye ku ev nêzîkatî bi bazirganî û aborî ya di navbera Îraq û Şamê de xurt bibe."

DR. Haşim Zêbarî bandora vê gavê li ser Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê, wiha nirxand:

Dr. Haşim Zêbarî: Ev proje wê zirareke mezin bide Başûrê Kurdistanê

" Gerek e gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, xwedî roleke aktîf be ji bo hebûna van projan. Di navbera Îraq û Sûriyê de bo hinardekirina petrolê hem di aliyê bazirganiyê de û hem jî derfetên kar bo gelê me.

Zirarên ku li Herêma Kurdistanê çêbibin dê gelek metirsîdar bin.

Rêya Îbrahîm Xelîl ku dergehekî sereke ye ji bo Başûrê Kurdistanê ligel Tirkiyê, rojane dahatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzî 1 milyon Dolar e.

Ji niha û şûn ve bawer nakim ku dahatek bi vî rengî dest Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were."

Haşim Zêbarî destnîşan kir ku ji ber vekirina rêyên nû dahata Başûrê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye û wiha bi dawî kir:

"Divê konferans, civîn û vekolîn li ser vê yekê li Herêma Başûrê Kurdistanê werin kirin.

Altrenatîfa Hikûmeta Başûr, dê li beramberî Îraqê çi be?."

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye