2 bira nêzîkî gola Meydankê ya li Efrînê kuştî hatin dîtin

Li herêmên Sûriyê careke din bûyerên kuştinê yên ji ber sedemên nediyar rûdidin. Nêzîkî gola Meydankê li gundewarê Efrînê termên 2 birayan hatin dîtin. Li bajarê Laziqiyê jî hat îdeakirin ku ciwanekî di girtîgehê de ji ber êşkenceya zêde jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demên dawî de, herêmên cihêreng ên li Sûriyê rastî gelek bûyerên kuştin û aloziyên ewlehiyê tên.

Ev yek li Sûriyê di nav gel de metirsiyek ava dike.

Nêzîkî gola Meydankê li gundewarê Efrînê termên 2 birayan, Ebdo Soko û Hisên Soko, hat dîtin.

Her du bira di 14'ê tebaxê de ji serê sibehê ve bi motorsîkleta xwe ji gundê Qîbarê derketibûn û ji wê rojê ve ti agahî li ser wan nedihatin bidestxistin.

Ebdo Soko bi temenê xwe 21 salî ye û Hisên Soko jî 18 salî ye.

Li gorî ku malbata wan diyar kirin, her du bira di zikmakiya xwe de nedikarîn biaxivin û nedikarîn bibihîzin, ji ber vê yekê di dema windabûnê de têkilî bi wan re pir zehmet bû.

Malbata wan bi bangeke lezgîn daxwaza naskirina sedema kuştina wan û hesabxwestina sûcdaran dikin.

Di girtîgeheke Laziqiyê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Laziqiyê jî ciwanê bi navê Mihemed Ximêra ji ber têkçûna tenduristiya wî, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku Mihemed Ximêra berê bi nexweşiyekê ketibû, lê di demekê de rewşa wî aram bûbû.

Piştî ket girtîgehê, careke din tenduristiya wî xerab bû û têstên nexweşxaneyê diyar kirin ku xwîn ji mejiyê wî hatibû.

Sedemên mirina Ximêra bû cihê lêpirsînê û hinan got ku ji ber êşkenceya di girtîgehê de wiha lê hat.

Malbata Ximêra jî banga lêpirsîna serbixwe û hesabxwestinê ji berpirsan kirin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê tekez kir ku 15 kes di vê salê de ji ber sedemên nediyar di girtîgehên Sûriyê de jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye