Li ser rêya Dêra Zor-Şam, qezayeke trafîkê pêk hat.
Bi teybet li ser rêya di navbera Xesna-Tedmûrê de, baseke rêwîyan û baseke leşkerî ya artêşa Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li hev qelibîn.
Ji ber qezayê, yek ji van basan bi temamî şewtî.
Dîmenê li ser erkranê wêranî û rewşa kesên ku di her du basan de bûn, radixe ber çavan.
Tîmên Parastina sivîl ên Hikûmeta Veguhêz ji bo destwerdanê berê xwe dan cihê buyerê.
Endamên parastina sivîl cenaze, birîndar rakirin nexweşxanê.
Her wiha agirê ku bi baskê ketibû, vemirandin.
Li rex vê jî, ji bo birîndarên ku rewşa wan giran e, bi rêya balafira Helîkopterê ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Wezareta Tenduristiyê: Di qezayê de 35 kes mirin û 30 jî birîndar bûn
Piştî vê, Wezara Tenduristiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi daxuyaniyekê encama qezayê da.
Wezaretê diyar kir ku di qezayê de, 35 kes mirin û 30 jî birîndar bûn.
Ev ne bîlançoya dawî ye ji ber ku rewşa hinek birîndaran giran e.
Li ser vê qezayê, gelek peyamên sersaxiyê ji hundir û derveyî Sûriyê, hatin.
Enes Xetab û Esed Şeybanî sersaxî dan malbatên qurbaniyan
Wezîrê Karên Hundirîn ê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Enes Xetab peyamek da.
Enes Xetab sersaxî ji malbatên qurbaniyan û şîfayeta lezgîn ji bo birîndaran xwest.
Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz Esed Şeybanî jî bi peyamekê xemgîniya xwe anî ziman.
Şeybanî ji xwedayê dilovan xwest ku reheta xwe li qurbaniyan bike.
Urdun: Em li rex hikûmet û gelê Sûriyê disekinin
Wezareta Karên Derve û Koçberan a Urdunê jî li ser heman buyerê daxuyaniyek da.
Wezaretê sersaxî ji hikûmet û gelê Sûriyê re xwest û got ku ew li rex wan di vê bûyera bi êş de, disekinin.