Libinan û Sûriyê têkilyên xwe yên bazirganiyê wê ji nû ve saz bikin

Wezîrê Aboriyê yê Libnanê Amer Bsat ragihand ku Libnan û Sûriye dê di mehên pêş de dest bi nirxandina peymanên bazirganî yên bi dehan salan bikin. Her wiha destnîşankir ku peyman dê bi armanca vejandina têkiliyên aborî be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Libnan û Sûriyê de danûstandinên bazirganiyê berfirehtir dibe.

Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera beriya niha li Qesra Gel a Şamê, bi Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Libnanê Amer Besat hevdîtin kiribû.

Di hevdîtinê de, rêbazên pêşxistina hevkariya aborî û bazirganî ya di navbera Libnanê û Sûriye de hat nîqaş kirin.

Wezîrê Aboriyê yê Libnanê Amer Bsat ji Reuters re got ku Libnan û Sûriyê wê dest bi nirxandina peymanên bazirganiyê bikin.

Her wiha hat diyarkir ku her du welatan wê peymanek bazirganiyê ya du alî berfireh bişopînin.

Basat destnîşankir ku nirxandin dikare çend mehan bidome, lê belê îmzekirina peymaneke bazirganî ya mezintir dikare hîn dirêjtir be.

Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Libnanê Amer Besat peyama xwe wiha bidawî kir:

"Peymaneke wisa dê hewce bike ku astengiyên lojîstîkî yên ku rê li ber veguhestina bejahî digirin çareser bike.

Îxracatkarên Libnanî bacên hinardekirinê didin, lê yên Sûrî nadin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye