Ruken Cemal: YPJ`ê wê ji bo Sûriyê bibe modeleke nû

Berdevka navenda ragihandinê ya YPJ`ê Roken Cemal: ''Şandeya me ya YPJ`ê li paytexta Sûriyê li Şamê bi wezareta hundirîn re civiya.''

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka navenda ragihandinê ya YPJ`ê Ruken Cemal têkilarê hevdîna dawî ji Nûçe Tv re ragihand û got:

''Gûncav hat dîtin ku YPJ`ê wek hêzeke taybet û rêxistinkirî di nava hêzên ewlekariya hundirîn de cihê xwe bigre.''
Şandeya me ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê li paytexta Sûriyê li Şamê bi wezareta hundirîn re civiya.

Şandeya me ji endamên fermandariya giştî Newroz Ehmed, Sozdar Dêrik û fermandara yekîneya YPJ`ê a lîwaya Qamişlo Xalsa Ayêd pêk hat.
Ji şandeya wezareta hundirîn wezîrê hundurîn ê Şamê Enes Xetab, alîkarê wî û 2 rêveberên jin ên wezareta hundirîn amade bûn.
Di civînê de tecrûbeya YPJ`ê a xwe dispêre 15 salên şoreşê û danehevên wê hatin veguhestin.
Di vê çarçoveyê de guncav hat dîtin ku YPJ`ê weke hêzeke taybet û rêxistinkirî di nava hêzên ewlekariya hundirîn de cihê xwe bigre.
Ji bo pêkanîna vê pêşniyazê wê pêwendî û danûstandinên me li gel wezareta hundirîn bidomin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye