Di nava berdewamiya regeşiya di navbera Hûsiyan, Hikûmeta Fermî ya Yemnê û Erbîstana Sûdî de, pêşhatiyên nû derketin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Erbîstana Siûdî ragihand ku êrîşeke nû ya mûşekî li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Melik Xalid a li Riyadê pêk hat.
Li gorî Desteya hewayî ya sivîl, di encama êrîşê de birîndar çêbûn û êrîş bû sedema agir derkeve.
Beriya niha jî, heman balafirgeh rastî êrîşê hatibû û di encamê de, 13 hatibûn kuştin û zêdetirî 300 kesên din jî birîndar bûn.
Girêdayê êrîşa du Tevgera Hûsiyên Yemenê berpirsiyariya êrîşa roja Şemiyê ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Riyadê girt ser xwe.
Hûsiyan her wiha ragihand ku wan di 24 demjimêrên borî de gelek caran balafirgeha Riyadê û tesîsên enerjiyê yên li Erebistana Siûdî kirine armanc.
Beriya van êrîşan tevgera Hûsî, hişyariya xwe ya li dijî karanîna balafirgeh û qada hewayî ya Siûdî nû kir û diyarkiribûn ku ew qada wan a oprasiyonaye.