Trump Elî Zeydî pîroz kir û bi fermî ew vexwend Washingtonê

Donald Trump bi rêya telefonê pîrozbahî li namzedê serokwezîrtiya Îraqê Elî Falih Zeydî kir û bi fermî ew vexwend Washingtonê. Her wiha Trump destpêkirina "serdemeke nû ya mezin" di têkiliyên di navbera her du welatan de ragihand. Ji aliyekî din ve jî, Tom Barrack bi rêya telefonê pîrozbahî li Elî Falih Zeydî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nivîsgeha medyayê ya namzetê serokatiyê, îro ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi serokwezîrtiya Îraqê Elî Falih Zeydî re bi rêya telefonê axivîye.

Donald Trump di peywendiya telefonî de, damezrandina hikûmeta nû pîroz kir.

Trump, Zeydî vexwend û got ku piştî pêvajoya damezrandina hikûmetê biqede, serdana Koşka Spî bike.

Her wiha Trump û Zeydî pabendbûna xwe ji bo berdewamiya hevkariya dualî ji bo avakirina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn, piştrast kirin.

Di pêşveçûneke têkildar de, Donald Trump peyamek li ser platforma Truth Socialê weşand.

Di peyama xwe de, Trump nivîsand:

"Ez pîrozbahiyê li Elî Zeydî dikim ji bo namzedkirina wî wekî Serokwezîrê Îraqê"

Trump hêvîyên xwe anî ziman ku ji hikûmeta nû ya Îraqê paşerojek geş û bê terorîzm ava bike.

Di dawiyê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê geşbîniya xwe nîşan da û got:

"Ev destpêka serdemeke nû ya mezin di navbera herdu welatên me de ye.

Serdemeke şahî, aştî û geşbûnê ku me berê qet nedîtiye."

Elî Falih Zeydî: Tom Barrack bi rêya telefonê pîrozbahî li min kir

Ji alyekî din jî Serokwezîrê Îraqê yê nû Elî Falih Zeydî ragihand ku Tom Barrack bi rêya telefonê pîrozbahî lê kiriye.

Zeydî li ser hesabê xwe yê Xê nivîsand ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, Tom Barrack, telefonî wî kiriye da ku bi fermî wî bi avakirina hikûmetê erkdar bike.

Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser rêbazên xurtkirina têkiliyên di navbera Îraq û DYA’yê, axivîne.

Di dawiyê de Elî Falih Zeydî tekez kir ku armanca wan xurtkirina hevpeymaniya stratejîk a di navbera her du welatan de ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye