Çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran gundewarê Siweydayê topbaran kirin. Ku li wir beriya demekê agirbest hatibû ragihandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran gundê Mecdel ê gundewarê Siweydayê bombebaran kirin, bi wê yekê agirbest hat binpêkirin.
Her wiha SOHR`ê diyar kir ku duh li bajarokê Qenewat a gundewarê Siweydayê, termên 2 kesan di hundirê malekê de hatin dîtin û yek ji wan jî zarokekî biçûk bû.
Navendê da zanîn ku ev her du kes bi guleyan ji aliyê kesên nediyar ve hatine kuştin.
Di 21ˊê cotmehê de, droneke çekdarê Hikûmeta Veguhêz li nêzî rêbenda kontrolê ya "El Neqil" a li ser rêya Çerxerêya Omran-gundê Wlega erebeyek, bombebaran kiribû.
Di encama bombebaranê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Piştre hate ragihandin ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê jî ew dron xistine xwarê.
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe xwpêşandanek lidarxistin
Xelkên Siweydayê li dijî van sûcan û ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe li bajarê Şehba û Meydana El Kerame ya Siwêdayê xwepêşandanek li dar xist.
Di xwepêşandanan de wêneyên kesên hatine revandin hatin rakirin, her wiha dirûşmên “Em rizgarkirina kesên revandî dixwazin” berz kirin.
Girseya gel di her du xwepêşandanan de doza mafê diyarkirina çarenûsa xwe kirin.
Girseyên gel xwest gundên li bakur û rojavayê Siwêdayê yên di destê hikumeta veguhêz de mane, ji destê wan werin derxistin û gotin :
``Divê zext li hikumeta veguhêz were kirin da ku rê were vekirin, kesên bi darê zorê hatine koçberkirin vegerin warên xwe.
Di heman demê de doza parastina mafê hemû pêkhateyan hate kirin û avakirina dewleteke demokratîk hate xwestin.``
Her wiha girseyan qurbaniyên êrişa meha Tîrmehê ya bi destê çekdarên hikumeta veguhêz a li dijî Siwêdayê canê xwe ji dest daye, bi bîr anîn.