Kolberekî din li Rojhilatê Kurdistanê hate qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de kolberek hate qetkirin, yek jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh li sînorê Sadawa ya ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek bi navê Îbrahîm Pîranzade yê xelkê gundê Bîlwî ya ser bi bajarê Baneyê, di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest daye, yek jî birîndar bûye.

Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên Îranê raste rast gule li kolberan reşandine.

Di heman nûçeyê de hate gotin ku kolberê birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye