Ji destpêka salê ve Cendirmeyên Tirkiyê 8 kes ser sînorê Sûriyê kuştine

Bi gule û rêbazên îşkenceya hovane, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê mirin û birîndarbûna 33 sivîlan, di nav de jin û zarok, li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ji destpêka vê salê ve belge kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî hilweşîna rejîma Esed û guherîna hevsengiya hêzê li Sûriyê, trajediya Sûriyê bi şêweyên nû berdewam dike.

Sivîl bedela şer û valahiya ewlehiyê didin, hetta li derveyî sînorên welêt jî.

Hejmarek ji Sûrîyeyiyan, ku berê xwe didin Tirkiyê, rêya wan a ber bi jiyanê ve pir caran bi mirin an êşkenceyê di destên cendirmeyên sînor ên Tirkiyê de, bi dawî dibe.

Di salên şer de, sînorê Sûriye-Tirkiyê bûye cihê binpêkirinên tirsnak, ku tê de sivîl, di nav de jin û zarok jî, rastî cureyên herî tirsnak ên tundûtûjiyê ji aliyê cendirmeyên sînor ên Tirkiyê ve tên.

Ev binpêkirin ji guleyên zindî bigire heya lêdan êşkenceyên giran ên ku dibin sedema mirinê, diguherin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bûyerên xwînî yên li deverên sînorî, ji Kobanî heta Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û Girê Spî, belge kirin.

Li gorî amarên SOHR'ê: jimara kuştiyan gihîştiye 8 kesan û 25 kes jî birîndar bûne.

Binpêkirinên cendirmeyên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê

JI DESTPÊKA 2025'AN VE

GIŞTÎ 8 KUŞTÎ

25 BIRÎNDAR

Hejmara wan wiha belav bûne:

li Helebê: 3 kes, di nav wan de zarokek jî hebû, hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn. her wiha li ser sînorê Hesekê jî 5 kes hatin kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn, di nav wan de jin û zarok hene.

Ev amarên ji 13'ê Çileyê ve ta 25'ê Cotmeha 2025'anin ku hatine belavkirin.

Di van belgeyan de hûrguliyên bûyerên ku qewimîne, taybet dema ku bi dehan sivîl, di nav wan de zarokên temenbiçûk û jinên ducanî, dema ku hewl didan sînor derbas bikin, hatin kuştin û birîndarkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye