Televîzyona Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê buldozer anîne herêma rojhilatê Tell el-Ehmerê da ku xendeqan çêkin û ji ber vê yekê niştecihên wê herêmê di metirsiyê de ne ku artêş gundiyan ji malên wan derxin.
Her wiha hate diyarkirin ku beriya du rojan artêşa Îsraîlê derbasî du bajarokên li gundewarê Quneytrayê bûn û operasyoneke lêgerînê pêk anîn.
Ji dema hilweşîna rejîma Baas di 8'ê berfanbara 2024'an de, artêşa Îsraîlê derbasî hin herêmên bajarê Quneytrayê dibe.