Li Siweydeyê di encama pevçûnên 7 rojan de, yên di navbera endamên çekdar ên civaka Durzî û endamên Wezaretên Parastinê yên hikûmeta veguhêz a Şamê de, gelek qurbaniyên sivîl û kuştî û birîndarî ji her du aliyan ve hene.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya êrîşa li dijî Durziyan û rûdanên di navbera Îsraîl û hikûmeta vegûhez a Şamê de parve kir.
Çavdêriyê ragihand ku ji 13ê Tîrmehê ve li Siweydayê hezar û 339 kes hatine kuştin û derbarê hûrgûliyên kesên hatine kuştin de ev agahî dan:
``Li Sêweydayê 657 kes hatine kuştin ji wan 124 kes sivîl in.
196 kes di nav de 30 jin, 8 zarok ji aliyê endamên Wezaretên Parastin û Karên Hundir ya hikûmeta veguhez ve bi şêwazê gûle reşandinê ve hatine kuştin.
Dîsa 424 kes jî girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhez a Şamê û Ewlekariya Giştî,
40 jî endamên eşîrên bedewî û çekdarek Lubnanî hatine kuştin.
15 kes ji Wezaretên Parastin û Karên Hundir ê hikûmeta veguhez, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de hatine kuştin.
Rojnamevanek di dema pevçûnên li Siweydayê de hat kuştin.
3 endamên eşîrên Bedewî, di nav de jinek û zarokek, ji aliyê çekdarên Durzî ve, hatin kuştin.``
SOHR da zanîn ku ev hejmara ku dane ne ya dawî ye hewlê wan yê belgekirina cenazeyên nenas didome.
Li gundewarên Siweydayê careke din agirbest hat binpêkirin
Lê li gorî agahiyên dawî Li gundewarê Siweydayê careke din agirbest hat binpêkirin.
Hat ragihandin ku çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê tevî peymana agirbestê jî êrişî gundê Rîma Hazim ê li rojavayê bajarê Siweydayê kirin.
Li gor agahiyan ji ber pevçûnên dijwar, ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene.
Dîsa hate gotin ku hemwextê êrîşa li ser gundê Rîma Hazim çekdarên hikumeta veguhêz êrişî gundê Um El Zeytûnê jî kirine.
Ev roja sêyemîne ya peymana agirbesta bi piştgiriya navneteweyî di navbera hikûmeta veguhêz û serokatiya ruhanî ya civaka Durzî de ye.
Xuyaye ku ev êriş binpêkirinek eşkere ya peymanê ye.
SOHR dibêje heke şertên peymanê werin binpêkirin, Sûriyê wê di navnîşa dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê de bimîne.