Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî û Wezîrê Parastinê yê Îranê hatine kuştin

Raporan diyar kirin ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî û Wezîrê Parastinê yê Îranê, hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rapor, behsa kuştina Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî û Wezîrê Parastinê yê Îranê dikin.

 

Çavkaniyan ji Iran International re gotin ku îhtîmaleke mezin heye ku hejmareke fermandar û berpirsên leşkerî yên payebilind ên rejîma Îranê hatibin kuştin.

 

Li gorî vê agahiyê, îhtîmaleke mezin heye ku hem Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, Mihemed Pakpûr, û hem jî Wezîrê Parastinê, Ezîz Nasirzade, hatibin kuştin.

 

Derbarê van raporan de, ji rayedarên peywendîdar ti piştrastkirineke fermî nehatiye kirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye