60 xwendekar di encama êrîşên li ser Îranê de hatin kuştin

Cîgirê waliyê Hurmizgan ragihand ku di êrîşa Îsraîl û Amerîka ya li ser Îranê de 60 xwendekarên dibistaneke seretayî hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bîlançoya êrişên Îsraîl-Amerîkayê yên li ser Îranê eşkere dibe. Cîgirê waliyê Hurmizgan Ehmed Nefîsî ragihand ku li ser êrişên îro yên Îsraîlê li ser Îranê agahiyan belav kir.

Ehmed Nefîsî ragihand ku Îsraîlê li navçeya Mînabî ya ser bi parêzgeha Hurmizgan dibistaneke seretayî ya keçan armanc girt û di encamê de 36 xwendekarên keç hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku di dema êrîşê de 170 xwendekar li dibistanê bûn û xebatên rizgarkirinê û rakirina kavilan berdewam e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye