Kuweyt: Îranê 212 mûşek û 394 dronan avêtine me

Kuweyt ragihand ku ji destpêka şer ve, Îranê 212 mûşekên balîstîk û 394 dron li dijî wan bikar anîne. Her wiha Berdevkê fermî yê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdîyê ragihand ku wan îro 4 mûşek û 5 dronên Îranê têk birine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kuweytê bîlançoya êrîşên Îranê yên li ser wan, ragihand.

Îranê ji destpêka şer ve 212 mûşekên balîstîk û 394 dron li ser Kuweytê bikaranîne.

Ji roja Şemiyê ya borî ve, Tehran êrîşên xwe li dijî welatên Kendavê didomîne.

Îran tesîsên enerjiyê û binesaziyên girîng li Erebistana Siûdîyê, Qeter, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Kuweyt, Oman û Behreynê armanc digire.

Berdevkê Wezareta Parastinê Albay Saud El-Etwan, destnîşan kir ku 67 leşkerên Kuweytê birîndar bûne.

El-Etwan piştrast kir ku hêzên çekdar di asta herî bilind a amadekariyê de ne û 24 demjimêran dixebitin.

 

Erebistana siûdî: 4 mûşek û 5 dron têk birine

 

Her wiha, Berdevkê Fermî yê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku çend mûşek û dronên ku herêmên cûrbecûr ên di nav Padîşahiyê de armanc digirin têk birine.

Berdevkê wezaretê rave kir ku parastina hewayî bi serkeftî mûşekek krûz li rojhilatê Parêzgeha El-Xerjê têk bir û li heman cihî dronek jî têk bir.

Parastina hewayî her wiha li Parêzgeha Rojhilat dronek din jî xiste xwarê.

Wezareta Parastinê ya Siûdî diyar kir ku parastina hewayî sê mûşekên balîstîk ên ku ber bi Baregeha Hewayî ya Prens Sultan ve hatine avêtin, bi serkeftî têk birin.

Di daxuyaniyek paşê de, Wezaretê zelal kir ku sê dron li rojhilatê Riyadê hatin têkbirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye