Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wî û Hakan Fîdan daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirine.
Neçîrvan Berzanî da zanîn ku wan di hevdîtinê de behsa pirsgirêka avê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de jî kirine û got: "Divê birêvebirin bi awayekî be ku hemû pêdiviyên her du aliyan pêk bîne."
Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan berzanî diyar kir ku rewşa herêmê û mijarên girîng ên hevbeş jî di civînê de hatin nîqaş kirin.
Li gorî bernameyê, Nêçîrvan Barzanî wê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtinekê bike.