Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku sê endamên Heşid Şebî li Îraqê di êrîşeke asmanî de li yek ji baregehên wan li Bexdayê hatine kuştin.
"Ji destpêka şer ve 826 kes jiyana xwe ji dest dane"
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve, di êrîşên Îsraîlê de 826 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrîşan de 65 jê jin û 106 jê zarok, bi giştî 826 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku di nav kesên hatine qetilkirin de, 31 xebatkarên tenduristiyê hene.
Her wiha Rayedarên tenduristiyê yên herêmî ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li bajaroka Burc Qalaouiya ya li başûr Libnanê de, 12 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
Heyva Sor a Îranê jî ragihand ku li welatê wan zêdetirî 1200 kesî di êrîşên Amerîk-Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.