Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê ya Sûriyê, îro li tevahî Gerînendetiyên Perwerdê û Fêrkirinê yên parêzgehan kampanyaya “vegera ewle…dibistana min xweştir e”, di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2026/2027’an, pêşxistina amadekariya dibistanan û dîsplînkirinê de, da destpêkirin.
Ev kampanya di demekê de tê ku sazî û kadroyên perwerdeyê xebatên amadekirina dibistanan û çavdêriya wê beriya vekirina dewama fermî di 6’ê îlonê de zêde kirine.
Li parêzgeha Hesekê ji çend hefteyan ve xebatên amadekariya sala xwendinê ya nû hatine destpêkirin, nexasim li bajarê Qamişloyê, Rêveberiya Perwerdehiyê kampanyayek berfireh ji bo amadekirina dibistanan û sererastkirina wê; weke xebatên paqijiyê, çaksazî, dezenfektekirin, amadekirina polan bi alîkariyên xebatkarên perwerdeyê da destpêkirin.
Kampanyaya “Qamişlo bajarê paqijiyê ye” ya ku Gerînendetiya Herêma Qamişlo di 13’yê tebaxê de daye destpêkirin derbasî hejmarek dibistanan jî bû.
Di heman wextî de li deverên cuda yên Hesekê li ser perwerdehiya di hefteyê de tenê 3 wane bi Kurdî ne xwepêşandan hatin li darxistin.
Ji bo sala nû ya xwendinê kampanya amadekariyê hat destpêkirin
Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê ya Sûriyê kampanyaya “vegera ewle…dibistana min xweştir e” li Gerînendetiyên Perwerdê û Fêrkirinê yên parêzgehan ji bo destpêkirina sala xwendinê ya 2026/2027’an da destpêkirin.