Di berdewamiya rageşiyên di navbera Erbîstana Sûdî û Tevgera Hûsî ya Yemenî de, êrîşeke din li ser bajarê Nîcranê yê Erbîstana Sûdî pêk hat.
Dezgeha Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî ragihand ku li bajarê Necranê yê başûrê welêt topek li qada niştecihan ket, di encamê de 6 kes birîndar bûn û zerar gihişt 3 malan û 3 erebeyan.
Dezgehê bi daxuyaniyekê ku ser X‘ê weşandiye diyar kir ku top ji aliyê Hûsiyan ve hat avêtin.
Li herêma Necranê helîkoptereke leşkerî ya Erebistana Siûdî ket xwarê
Her wiha beriya vê êrîşê jî, li herêma Necranê ya Erebistana Siûdî, helîkoptereke leşkerî ket û di encama vê bûyerê de her du efserên tê de mirin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Hevpeymaniya bi pêşengiya Erebistana Siûdî, helîkopter ji cureya AH-6i bû û girêdayî Wezareta Parastina Erebistana Siûdî bû.
Berdevkê fermî yê hevpeymaniyê Tirkî Malikî, ragihand ku helîkopter di hundirê axa Siûdî de li herêma Necranê, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ket xwarê.
Hûsî: Hêzên me ev helîkopter aniye xwarê
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî'i, got ku hêzên wan helîkoptereke şerker a Erebistana Siûdî ya cureya Apache nêzîkî sînorê Necranê xistine.
Yehya Serî'i got ku helîkopterê li dijî baregehên wan êrîş pêk anî.
Li aliyekî din parastina hewayî ya Siûdî du mûşekên balîstîk ên ku ber bi bajarê Xemîs Mişêt ve hatibûn avêtin û dronek ku ber bi herêma Riyadê ve diçû, asteng kirin.
Yemenê pêşniyara navbeynkariyê ya Îranê red kir
Di heman çarçoveyê de, Wezîra Derve ya Yemenê Efrah Zoba duh pêşniyara navbeynkariyê ya Îranê red kir û got ku Tehran bi piştgiriya Hûsiyan bûye aliyekî şer.
Efrah Zoba ji ajansa fermî ya nûçeyan a Yemenê re da zanîn ku li şûna navbeynkariyê, divê Îran dev ji şandina çekan a ji Hûsiyan re berde û rêzê li serweriya Yemenê bigire.
Efrah Zoba diyar kir ku piştgiriya Tehranê ji bo Hûsiyan bûye alîkar ku şer dirêj bibe û hewldanên Îranê yên ku xwe wekî navbeynkar nîşan bidin, rola wê di şer de venaşêrin.
Wezîra Derve ya Yemenê Efrah Zoba bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina destwerdanên Îranê, qutkirina çavkaniyên darayî yên Hûsiyan û sepandina ambargoya çekan li dijî komê tedbîran bigirin.