Ji ber Daiş û hebûna Hêzên Artêşa Îraqê hin gundên Daqûqê hatine valakirin
Li derdora Kerkûkê ji ber tevgera DAIŞ'ê û hebûna hêzên Artêşa Îraqê, hejmareke mezin ji gundên sînorê Daqûqê hatine valakirin. Bi taybetî gundên ku Kakeyî lê dijîn, ji 15 gundan tenê 3 gund mane û 12 gundên din bi tevahî hatine valakirin.