Li Başûrê Kurdistanê berhema hingiv duqat zêde bûye
Başûrê Kurdistanê weke yek ji navendên sereke yên hilberîna hingivê kalîtebilind tê hesibandin. Ji ber şert û mercên hewa yên guncaw, îsal hilberîna hingiv li Başûrê Kurdistanê geşedaneke berçav ditiye. Ev jî di xurtkirina ewlehiya xwarinê û piştgirîkirina aboriya navxweyî de, gaveke erênî ye.