Mehrdar Exlaqî bû 15'emîn wezîrê parastinê yê Îranê

Hikûmeta Îranê îro Wezîrekî Parastinê yê nû bi navê Mehrdar Exlaqî erkdar kir. Mehrdar Exlaqî bi bidestxistina 237 dengan ji dengên endamên Parlamentoya Îranê li dijî 15 dengên dijber bû 15’emîn Wezîrê Parastinê yê Îranê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Exlaqî li şûna Wezîrê Parastinê yê berê Ezîz Nesîr Zade hat erkdarkirin.

Ezîz Nesîr Zade roja 28'ê sibatê ku roja yekem a êrîşên Amerîkayê li dijî Îranê bû, di êrîşeke Amerîkî de hat kuştin.

Exlaqî berê Serokê Rêxistina Pîşesaziyên Hewa-Fezayî ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Îranê bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye