Gretchen Walsh got ku ew bi şikandina rekora xwe ya cîhanî di pêşbirka 50 metre şêwaza azad de, bi xwe jî matmayî maye.
Her wiha Gretchen anî ziman ku hêvî dike di Şampiyoniya Cîhanê de, ku dê paşê îsal li Pekînê were lidarxistin, demeke hê zûtir bi dest bixe.
Avjeniya Amerîkî îna borî di pêşbirkeke li Virginia de, dema 22 sanî 75 hurgulî ji saniyê tomar kir.
Bi vê yekê, Avjeniya Amerîkî rekora xwe ya berê ya 22sanî û 83 hurgulî ji saniyê şikand.
Ev rekor jî Gretchen Walsh di Şampiyoniya Cîhanî ya Avjeniyê ya 2024an de li Budapestê bi dest xistibû.