Di nîvfînalên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026'an de Spanya û Fransa îro seat 22:00 werin beramberî hev.
Du tîmên bijare yên tûrnûvayê, Fransa û Spanya, dê di maçek girîng de li Dallasê werin gel hev.
Tîma ku bi ser bikeve dê di fînala Kûpaya Cîhanê de bi tîma ku maça Îngilîstan û Arjantînê qezenc kiriye re werin peşberî hev.
Fransa, ku armanca wê ew bû ku cara sêyemîn li pey hev bigihîje fînala Kûpaya Cîhanê, bi performansa xwe di seranserê turnuvayê de bandor kir.
Fransa di koma xwe de di rêza yekem de bi dawî kiribû, dûv re Swêd, Paraguay û Mexrib ji holê rakirin û gihîştin nîvfînalê.
Bi avêtina 16 golên, Fransa bi awayekî zelal jêhatîbûna xwe ya êrîşkar nîşan dan, Kylian Mbappe û Ousmane Dembele, zext li ser berevaniyên dijber kirin.
Li Spanyayê performansa Mikel Merino di encama maçan de derkete pêş
Spanya, wekî yek ji tîmên herî di formê de bi derdikeve pêş.
Tîma zer û sor ku wekî şampiyonên Ewropayê hatin turnuvayê.
Piştî performansek xurt di qonaxa komê de gihîştin nîvfînalê, û di tûrnûvayê de li hember Awistirya, Portekîz û di dawiyê de jî li hember Belçîkayê serkeftin bi dest xistin.
Li Spanyayê, performansa Mikel Merino, bi taybetî beşdarbûna wî ya di encama maçan de derkete pêş.
Di heman demê de stêrkê ciwan Lamine Yamal performansa wi ya xeta êrîşê derkete bercavan.
Di bin rêveberiya rahêner Luis de la Fuente de, tîm bi performansa xwe ya domdar di tûrnûvayên mezin de derdikeve pêş.
Di nîvfînala EURO ya sala 2024'an de Spanya û Fransa careke din hatin gel hev û Spanya bi 2-1 bi ser ketibû.