Hêzên Îsraîlê depoyek û xaniyek li Derayê şewitandin

Dewriyeke leşkerî ya Îsraîlî li gundewarê rojavayê Deraa li başûrê Sûriyê, agir bi depoyek û xaniyekî xist. Li Quneytîrayê jî artêşa Îsraîlî bi topan êrîş pêk anîn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên herêmî, dewriyeke Îsraîlî li Geliyê Reqadê yê li gundewarê rojavayê parêzêgeha Derayê, agir bi depoyeke kayê û beşine xaniyekî xist.

Piştî ku dewriya Îsraîlî ji herêmê derket, şêniyan agir vemirand.

Artêşa Îsraîlî gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin

Li gundewarê Quneytîrayê jî hêzên Îsraîlê gelek armanc li herêma Til Krûm û daristana Cebata Xeşebê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyan, hêzên Îsraîlê 3 top avêtin derdora Til Krûmê û 2 topên din jî avêtin daristana Cebata Xeşebê ya ku dikeve nav "herêma parastî ya xwezayî" ya li bakurê Quneytîrayê.

Çavkaniyan diyar kir ku heta dema amadekirina vê nûçeyê, ti agahî li ser windahiyên canî tune ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye