Li gundewarê Hemayê birayê Ebû Emşa dest datîne ser erdên xelkê

Ev demek e li hin herêmên Sûriyê tevlihevî û aloziyên ewlehiyê rûdidin. Li gundê Ebû Qedûr ê girêdayî Hemayê, Mirovê bi navê Fadî El Casim dest daniye ser erdên xelkê û erdên xelkê dişewitîne. Mamosteyên Minbicê jî li pêşya avahiya Gerînendeya Perwerdeyê ya Helebê daxwaza mûçeyên xwe kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li hin herêmên Sûriyê tevlihevî û aloziyên ewlehiyê berdewam dike.

Di heman demê de piraniya şênî ji ber xirabûna rewşa ewlehî û aborî nema dikarin debara xwe bikin.

Li gundê Ebû El Qedûr ê navçeya Hemra ya Hemayê, ji ber nakokiyên li ser erdên çandiniyê, aloziya ewlehiyê derketiye.

Hat ragihandin ku hin desthilatdarên herêmî erdên xelkê desteser kirine û şewitandin.

Ev yek jî rastî nerazîbûna şêniyan hat.

Mirovê bi navê Fadî Casim ku birayê fermandarê Wezareta Parastinê Mihemed Casim (Ebû Emşa) e, dest daniye ser erdên xelkê û erdên xelkê şewitandine, piştre çekdarên eşîran li hember wî sekinîne û ew ji herêmê derxistine.

Piştî vê yekê Fadî Casim bi hêzeke mezin a polîsên leşkerî vegeriyaye û bi zorê li gund bi cih bûye.

Şênî jî daxwaza bidawîanîna binpêkirinên wî li ser milkên xwe dikin.

Mamosteyên Minbicê daxwaza mafên xwe kirin

Mamosteyên Minbicê jî ku ev demeke ji mûçeyên xwe bêparin berê xwe dan Gerînendeya Perwerdeyê ya Helebê.

Mamosteyan li pêşiya avahiya Gerînendeyê xwepêşandanek li dar xistin.

Mamosteyan daxwaza baştirkirina kar kirin û xwestin ku maf û mûçeyên wan wekî yên mamosteyên li herêmên din bin û biryara tesbîtkirina wan di kar de were dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye