Li Kampa Henderat a ku dikeve bakurê bajarê Helebê, ji ber nakokiyên girêdayî mîrasê di navbera endamên malbatê de pevçûneke bixwîn pêk hat. Di vê şerê malbatî de, apê malbatê çek bi kar anî û gule li birayê xwe Nesir Îsmaîl El Şiblî û her du biraziyên xwe yên bi navê Îsmaîl û Nûrî reşandin. Di encama vê gulebaranê de bav û her du kurên wî yekser jiyana xwe ji dest dan. Piştî rûdana vê tragediyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihiştin cihê bûyerê, destwerdan kirin û li ser bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.
Li Bakurê Helebê tragediya malbatî: bavek û du kurên xwe ji aliyê apê wan ve hatin kuştin
Li Kampa Henderat a li bakurê bajarê Helebê, di encama pevçûneke malbatî ya li ser mîrasê de bavek û her du kurên wî hatin gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kirin.