Hezar û 500 xwendekar ji sala xwendinê ya nû mehrûm in

Li herêma Til Temirê bi destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027`an re, ji ber zirarên ku dibistanan ji ber êrîş û bombebaranên di salên borî de dîtiye, gelek zehmetî hene, bi taybet li dibistanên li ser xeta eniyên şer.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Til Temirê sala nû ya xwendinê di demekê de ku avahiyên perwerdeyê kêm in, tê pêşwazîkirin. Hezar û 500 xwendekar ji sala xwendinê ya nû mehrûm in.
Li gorî bîlançoya Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê 115 dibistan hene, 11 dibistan hatine wêrankirin, di 6’an de koçber dimînin û 18 dibistan jî di bin kontrola komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de ne.
Vê yekê hiştiye nêzî hezar û 500 xwendekar nekarin perwerdeya xwe berdewam bikin, alternatîfên dîtina perwerdeyê yên têrker ji bo hemû xwendekarên ku ji xwendina xwe dûr ketine jî tune ne.
Zirar ji ber êrîş û bombebarana ku li dijî herêman û gundewarên derdora Til Temir gihîştine dibistanan, ew herêm piştî dagirkirina komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a Serê Kaniyê û koçkirina şêniyên wê, veguherî xeta eniya şer.
Ew dibistan di binesaziya xwe ya perwerdeyê de zirar dît, ev hişt ji xizmetê derkeve û xwendekar ji xwendina xwe dûr bikevin.
Astengiyên ku tên dîtin ne tenê li ser asta dibistanên wêranbûne yan zirar dîtine ye, li aliyekê din ji ber hejmara xwendekaran a bilind zexteke zêde li ser dibistanên di xizmetê de ne çêbû.
Rêveberiya Dibistanan li gorî derfeta heyî belavkirina xwendekaran li wan dibistanan birêxistin dike, her wiha ji bo ji nû ve sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine, bi aliyên peywendîdar û rêxistinan re, bi armanca tamîrkirina dibistanan, bi taybet ên li ser xeta eniyên şer dixebite.
Têkildarî mijara xwendekarên ku ji perwerdeyê dûr ketine, Rêveberiya Dibistanan ji bo wan xwendekaran derbasî dibistanan bikin, bi rêya dabînkirina alternatîfên fêrkirin û avakirina avahiyên dibistanan ên heyî û sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine li çareseriyan digerin.
Astengiya heyî derketina hin dibistanan ji xizmetê ye. Ev dihêle ku sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine, dabînkirina alternatîfan û misogerkirina dayîna derfeta perwerdeyê ji bo nêzî hezar û 500 xwendekarên ji xwendina xwe dûr ketine, gavên herî girîng bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye