Dadgeha Cezayê Giran a Çarem li Şamê biryar da ku Ehmed Hesûn ji mafê her efûyeke giştî yan taybet bêpar bibe. Li gorî biryara dadgehê, Hesûn saziya fêtwayê ji bo rewakirina operasyonên leşkerî û bikaranîna bermîlên teqîner li dijî sivîlan bi kar aniye. tewana wî ku alîkariya darayî daye koma çekdar a "Lîwa l-Quds". Hesûn ku 16 salan muftîtî kiribû, bû kesayetiya dehemîn a rejîma berê ku tê darizandin.
Cezayê heta hetayê ji bo Muftiyê berê yê Sûriyê Ehmed Hesûn hat birîn
Dadgeha Şamê cezayê girtina heta hetayê birî ser muftiyê berê yê Sûriyê Ehmed Hesûn. Hesûn bi tawanên şer, handana şerê navxweyî û piştgirîkirina rejîma berê hat darizandin.