Di maça ku li Stadyuma Dêra Zorê hat lidarxistin tîma Qamişlo sport 1-0 bi ser ket.
Nîvê yekem ji maçê bê gol derbas bû lê di berdewamiya maçê de û di nîvê duyem de tîma Qamişlo sport performansek baş nîşan da.
Bi vê performansê re tîma Qamişlo sport golek qezenc kir û tîm bi encama 1-0 bi ser ket.
Tîma Qamişlo sport Di destpêka Lîgê de sê xalên girîng bi dest xist û dê maça xwe ya duym li hember tîma El-Ceîş li Şamê bilîze.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku maç gera yekem a tîma Qamşlo sport ji ber ku stadyuma 12ê Adarê li Qamişlo ne amade ji ber derengketina tamîrkirinê, ji bo Stadyuma Dêra Zorê hat veguheztin.