Parêzgarê Hesekê: Ketina nava pevçûnan, ti carî xizmeta dozê nake

Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed bang kir ku xwepêşandan bi aştiyane pêk werin, bêyî ku ziyanê li milkan bikin û da zanîn ku mafê derbirîna ramanan mafekî rewa ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed di postekê de li ser platforma X’ê  nivîsand û wiha bang kir ku xwepêşandan bi aştiyane pêk werin, bêyî ku ziyanê li milkan bikin û da zanîn  ku mafê derbirîna ramanan mafekî rewa ye.

Daxuyaniya Ehmed wiha ye:

"Em bi hesteke berpirsyariyê û bi xema ewlehî û aramiya we û ewlehiya welatê me, bangî we dikin.

‏Mafê we yê derbirîna ramanê û xwestina mafên xwe, mafekî rewa ye ku em bi rêz û girîngiyeke mezin guh didinê.

‏Lê belê ji bo ku dengê we bi hêz û bandor bimîne, divê em hemû xwedî li çalakiyên aştiyane derkevin û wan biparêzin.

‏Xerabkirina mal û milkên giştî yan taybet û ketina nava pevçûnan, ti carî xizmeta doza we nake, berevajî wê, zirarê dide ewlehiya civaka me û armancên we yên rewa paşguh dike.

‏Ji ber vê yekê, em bangî hemû gelê xwe, bi taybet ciwanên xwe dikin ku bi aqilmendî û bi berpirsiyariyeke mezin tev bigerin. Hêzên ewlehiyê yên li qadan, zarok û birayên we ne û erka wan a sereke parastina we û saziyên gelê me ye.

‏Divê em hemû bi hişmendî û bi berpirsyarî tev bigerin, da ku em rê nedin tu aliyekî ku bixwaze hestên we bi kar bîne û herêma me bixe nava tevliheviyê. "

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye